Hêzên dewleta Îranê xwepêşanderek jin qetil kir
Li Xorasan di êrîşa hêzên dewleta Îranê de xwepêşanderek jin jiyana xwe ji dest da.
Li Xorasan di êrîşa hêzên dewleta Îranê de xwepêşanderek jin jiyana xwe ji dest da.
Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan destpêkirine. Xwepêşandanên ku di roja 14’an de didomin.
Li gel berdewambûn û berfirehbûna xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, tundî, êriş û zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşander, welatparêz û çalakvanan jî berdewamin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistna û Îranê, li parêzgeha Xorasanê Ekrem Pîrgizî ya xelkê Neyşabûrê di dema xwepêşandanan de bi gulebarana raste rast ya hêzên rejîma Îranê, jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinêye ku li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Herana di nava 14 rojan de 2 hezar û 311 xwepêşander hatine binçavkirin û 57 xwepêşander jî hatine qetilkirin ku 7 ji wan dibin temenê 18 salî dene.