‘Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn nayên tedawîkirin’
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ragihand ku girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn rû bi rûyê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî ne û tedawiya pêwîst nabînin.
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ragihand ku girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn rû bi rûyê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî ne û tedawiya pêwîst nabînin.
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê di derbarê rewşa giriyên siyasî yên jin yên li girtîgeha Evînê de daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 60 girtiyên siyasî yên jin di girtîgeha Evînê de rû bi rûyê pirsgirêkên tendirustiyê bûne. Her wiha hat bilêvkirin ku girtî bi zanebûn nayên dermankirin û ev yek jî rewşa girtiyên bi temen û nexweşên demdirêj dixe nava metirsiyê de.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rewşa tendirustî ya girtiyên bi navên Fatma Ziyabî, Şiwa Îsmaîlî, Merziye Farsî, Îlahî Fuladî, Tahîre Nûrî û Fewrux Teqî Pur di metirsiyê de ne.