Qanûna çarçoveyê ku wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de bibe qanûna esasî niha rojeva bingehîn a siyasî ya Tirkiyeyê ye. Lê belê di vê mijara qanûna esasî de rojnamevan û çapemeniya alîgirên AKP'ê bi rola belavkirina agahiyên şaş a li nava civakê radibin. Xuya ye organa ku jê re navenda şere taybet tê gotin, yan jî yekîneyên ser bi vê ve dixwazin weşangeriyeke bi vî rengî bê kirin.
Eger qanûna ku tê gotin wê bê derxistin tenê li gorî daxwaza desthilatdariya AKP'ê derkeve wê berevajî karakterê pêvajoyê be. Ji ber ku li Îmraiyê aliyek heye ku Rêberê Gelê Kurd di navenda wê de ye. Eger tifaqa AKP-MHP'ê karîbûna bi îradeyeke yekalî tiştek bikira ji xwe wê beriya bi salan bikira. Ji ber ku nekarî bikin tifaqa AKP-MHP'ê bi Devlet Bahçelî bang da kirin. Kirina vê bangê ya li pêşberî raya giştî ji xwe nîşaneya eşkere ye ku ev pêvajo ji du aliyan pêk tê.
Ji daxuyaniyên bi navê Rêveberiya Tevgerê tê dayin û gotinên heyeta DEM Partiyê tê fêhmkirin ku yê destpêkê pêşnûme ji bo qanûna çarçoveyê pêşkêş kiriye muzakerevanê sereke yê Kurdan Ocalan e. Hate gotin, hikumet wê di mijara vê pêşnûmeyê de nîqaşê bike, biçe Îmraliyê, piştre pêşnûmeya ku heta astekê li ser li hev hate kirin wê ji Qendîlê re bê şandin û nêrîna wan bê wergirtin. Lê belê ev 2 meh in ev prosedur bi cih nehatiye anîn. Ne çûn Îmraliyê ne jî agahî ji Qendîlê re hate dayin.
Di nava vê pêvajoya ji du mehan de pêknehatina hevdîtina bi Îmraliyê re nîşan dide ku di mijara pêşnûmeya qanûna çarçoveyê de lihevkirinek çênebûye. Çûyîna heyeta DEM Partiyê radixe pêş çavan ku tê xwestin, nêrîn nêzî hev bêne kirin. Em ê di agahdariya têkildarî hevdîtinê de fêhm bikin bê nêrîn çiqasî nêzî hev bûne yan jî nebûye. Eger desthilatdarî bi rastî jî vê pêvajoyê girîng û cidî dibîne, hingî lihevkirin wê hêsan be. Ji ber ku Îmrali jî Tevgera Kurd jî bi rengekî maqûl û erênî nêzîk dibin. Eger rewş bixitime, ev yek wê ji ber ferzkirina yekalî ya desthilatdariyê be.
Hevpeyvîna ku Rûşen Çakir bi endamê Rêveberiya Tevgerê Dûran Kalkan re kir, careke din raxist pêş çavan bê Tevgera Azadiyê ya Kurd di stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk de çiqasî bi biryar e. Dûran Kalkan tercîh û îradeya çareseriyê destnîşan kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan li nava Tirkiyeyê çareser bikin. Hate dîtin ku gotinên hin derdorên li Tirkiyeyê yên ku digotin ev pêvajo wê zerarê bide Tirkiyeyê vala û pûç in. Anî ziman ku ew daxwaza Tirkiyeyeke demokratîk a xurt dikin. Vê rastiyê nîşan da ku polîtîkaya dehan salan a dewleta Tirk a li ser ewlekariyê û tepisandina îtiraza Kurdan a bi şer gelekî zerar daye Tirkiyeyê.
Kurd jî weke ku di daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê de hate destnîşankirin dixwazin ku muxatabiya muzakerevanê sereke fermî bibe û karibe bi rengekî azad bixebite. Di dema çareserkirina pirsgirêkekê de eger tu muxatabê wê nas neke tu nikare çareser bike. Tu yê kesê ku Kurd jê re dibêje rêberê min e bi rengekî eşkere nas neke, piştre jî rabe bibêje ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim! Kes wê ji vê bawer neke. Eger li Îmraliyê naskirineke qanûnî û fermî nebe, hingî wê înkarkirina Kurdan dewam bike. Di pratîkê de gotina 'Kurd heye' wê wateyeke xwe nebe. Bi kurtasî serketina pêvajoyê bi vebûna deriyê Îmraliyê dibe.
Gelo wê Rêberê Kurd karibe bi rengekî azad siyasetê bike? Bala yên li çiyê li ser vê ye. Eger ev Rêbertî azad ibe û karibe siyasetê bike, hingî her kesên siyasî yên qedexe yên li çar aliyên cîhanê qedexe wê bên û tevlî tevgera siyasî ya vî rêberî bibin.
Li Tirkiyeyê hinek dibêjin; gelo yên ji çiyê û deverên din bên wê karibin bikevin nava ahengiya siyasî ya li Tirkiyeyê yan na? Bêguman eger azadiya fikrî û rêxistinî tam be, kes ji ber fikir û rêxistiniya civaka demokratîk sûcdar neyê dîtin, yên ku herî zêde ahengiyê bi qada siyasî re çêbikin wê ew bin. Hilmeke pak wê bê ber qada siyaseta demokratîk.
Hinek dibêjin, Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî heman mejiyê siyasî û îdeolojîk ê beriya 30 salan e û ji ber vê yekê wê nikaribin bikevin nava vê ahengiyê. Yên ku vê dibêjin di mejiyê reel sosyalîst de ne. Ya rast dewleta Tirk jî versiyoneke din a feraseta siyasî ya reel sosyalîst e. Dewletparêzî li pêş e. Li Tirkiyeyê siyaset demokratîk nîne. Siyasetek li dora dewletê heye. Siyaseteke demokratîk a li ser bingeha civaka demokratîk nîne. Feraseta siyasî ya li Tirkiyeyê ji rastgiriyê heta bi çepgiriyê dewletperest e. Siyaseta civakîparêziyê gelekî lawaz e. Yên ku dibêjin ku ew civakîparêz in hîn jî mejiyê xwe yê navendîperestî û otorîteriyê neterikandine.
Rêberê Gelê Kurd siyaseta otorîter û navendîperestiyê red dike. Siyaseta ku xwe dispêre bingehê û xwecihiyê weke siyaseta demokratîk dibîne. Siyaseta ku niha temamiya partiyên li Tirkiyeyê dike cûreyek ji dewletperestiyê ye. Siyaseta xwe dispêre parlamentê, siyaseta li gorî vê yekê nihare zîhniyeta dewletparêziyê ji holê rake. Lê belê dema ku siyaseta demokratîk a ku xwe dispêre bingeha gel û civakê xurt bibe hingî siyaseta li parlamentê tê kirin wê karibe xizmetê ji siyaseta demokratîk re bike. Naxwe wê bibe cûreyekî ji siyaseta ku dibêjin ew li dijî wê têdikoşe.
Rêberê Gelê Kurd dema ku dibêje 'Aştî û Civaka Demokratîk' dixwaze vê siyaseta li Tirkiyeyê biguherîne. Siyaset niha ketiye nav rant û berjewendiyê. Ne li civakê ne jî li Tirkiyeyê difikire. Eger pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê çareser nabin, sedema vê ew e ku siyaset weke karê civakê nayê dîtin; weke berjewendî û rantê tê dîtin.
Rêberê Gelê Kurd bi gotina qanûna esasî re dixwaze siyaseteke bi vî rengî li Tirkiyeyê bide rûniştandin.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşamê