DYE’yê bi milyar dolaran çek firotin Îsraîl û Erebistana Siûdî
Hikûmeta DYE’yê ragihand ku wê bi nirxê 15,7 milyar dolaran çek firotine nêzîktirîn hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn, Îsraîl û Erebistana Siûdî.
Hikûmeta DYE’yê ragihand ku wê bi nirxê 15,7 milyar dolaran çek firotine nêzîktirîn hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn, Îsraîl û Erebistana Siûdî.
Washingtonê ji Kongreyê re da zanîn ku wê bi nirxê 9 milyar dolaran 730 moşekên parastina hewayî yên Partriot firotine Erebistana Siûdî.
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê diyar kir ku ew firotin bi armanca xurtkirina ewlehiya Erebistana Siûdî û piştevaniya hedefên polîtîkayên derve yên DYE’yê hatine kirin.
Her wiha DYE’yê firotina çekên ji Îsraîlê re ya bi nirxê 6,7 milyar dolarî jî erê kir. Di çarçoveya vê pakêtê de wê bi nirxê 3,8 milyar dolarî 30 helîkopterên êrîşê yên cure 30 Apache û zêdetirî 3 hezar wesayîtên leşkerî yên sivik bifiroşe Îsraîlê.
Rayedaran dan zanîn ku ev firotin ji hîbeya leşkerî ya ku DYE her sal dide Îsraîlê cudatir e.
Her wiha zexta Îranê ya li hemberî xwepêşandanan rageşiya di navbera Washingtonû Tehranê de zêde kir. Trump di destpêka hefteyê de gef li Îranê xwarin û roja Înê jî asta gefên xwe kêm kir û diyar kir ku Îran dixwaze bi DYE’yê re lihevkirinekê çêbike.