Li gorî bîlançoya fermî ya ku AFP’ê xwe dispêre wê, ji 356 kesên ku di sala 2025’an de hatine darvekirin, 243 kes di dozên girêdayî madeyên hişber de pêk hatine. Pispor vê zêdebûnê bi kampanyaya ku di sala 2023’yan de li ser madeyên hişber hatiye destpêkirin ve girêdidin.
Rêxistinên mafên mirovan, dibêjin ku Erebistana Siûdî cezayê darvekirinê zêde pêk tîne û gotin ku ev yek tabloya reformîst ê Prensê Tac Mihemed bin Selman berovajî dike. Ji Rêxistina mafên mirovan a Ewropa-Siûdî Duaa Dhainy ya ESOHR, diyar dike ku ev hejmar bê encamiya sozên wî yên reformê nîşan didin.
ESOHR’ê, destnîşan kir ku sala 2025’an sala yekem bû ku hejmara darvekirinên biyaniyan ji ya welatiyên Siûdî zêdetir bû. Li gorî rêxistinê, darvekirin ‘peyamek a tirsê’ ji bo tevahiya civakê dide.
Lê rayedarên Siûdiyê, diyar dikin ku ji bo ‘pêkanîna pergala giştî’ darvekirin hewceye û tê gotin ku darvekirin piştî hemû rêyên qanûnî hatine bicih anîn, tê pêkanîn.