Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Geliyê Bekayê de bi dehan kes hatin kuştin

Operasyona Îsraîlê ya li rojhilatê Libnanê ku ji bo dîtina bermahiyên pîlotê winda Ron Arad hatibû lidarxistin, piştî şer û pevçûnan bi ser neket. Hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên piştî operasyonê de bi dehan kes hatine kuştin.

Operasyona artêşa Îsraîlê ya li Geliyê Bekayê ku bi armanca dîtina bermahiyên pîlotê Îsraîlî Ron Arad ê ku ji sala 1986’an ve winda ye hatibû destpêkirin, bi ser neket. Piştî operasyonê, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên hewayî yên dijwar birin ser herêmê.

Li gorî agahiyên ku artêşa Libnanê û wezareta tenduristiyê dane; di pevçûnan de 3 eskerên Libnanî û ji Geliyê Bekayê 41 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di nav eskerên Îsraîlê de tu birîndar nehatine ragihandin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Libnanê, şeva înê saet dora 22:00an, du helîkopterên Îsraîlê li nêzî bajarokên Nabî Chît û Khraibeh ên li Rojhilatê Geliyê Bekayê esker danîn. Hat diyarkirin ku yekîneyên Îsraîlê berê xwe dane goristana li Nabî Chîtê da ku gorekê bikolin; gora ku guman dikirin bermahiyên Ron Arad lê bin.

Hat ragihandin ku artêşa Libnanê binpêkirin tespît kiriye û fîşekên ronahiyê avêtine helîkopterên Îsraîlê; piştî vê yekê di navbera eskerên Îsraîlê, xelkê herêmê û şervanên Hizbullahê de şerê çekdarî derketiye.

Hizbullahê angaşt kir ku şervanên wan û niştecîhên herêmê li nêzî goristanê pusu danîne ber eskerên Îsraîlê. Artêşa Libnanê jî ragihand ku Îsraîlê herî kêm 40 êrîşên hewayî birine ser bajarokê. Hat diyarkirin ku pevçûn heta saet 03:00ê sibehê berdewam kirine.

Di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, li bajarokê Nabî Chîtê gelek avahî hilweşiyan, riya sereke hat girtin û li herêmê çaleke mezin çêbû.

Ron Arad kî ye? Ron Arad, di sala 1986an de dema li dijî hedefên Rexistina Rizgariya Filistînê di erkê de bû, balafira wî li ser asmanê Libnanê rûxiya û ew ketibû xwarê. Arad ji aliyê tevgera Şîe ya Amalê ve hatibû girtin û piştre radestî Hizbullahê hatibû kirin. Komîsyoneke ku li Îsraîlê hatibû avakirin, di sala 2004’an de gihîştibû wê encamê ku Arad di nîvê salên 1990’î de miriye.