Dadgerê Îranê gef xwar: Bi dehan kes hatin binçavkirin

Dadgerê Îranê hişyarî da ku eger di protestoyên ji bo daxwazên aborî û aştiyê tên kirin de zirar bê dayîna malê civakê, ew ê mudaxileyeke tund bikin.

Serdozgerê Îranê Muhammed Movahedi-Azad 31’ê Kanûnê daxuyanî da û got, çalakiyên ji bo daxwazên aborî û aştiyê tên fêmkirin, lê ew ê destûrê nedin hewldanên ku zirarê bidin malê civakê.

Movahedi-Azad ku ji televîzyona dewletê re axivî, diyar kir ku eger “bi senaryoyên biyanî veguhere pirsgirêkên ewlehiyê” ew ê bersiveke bi biryar û hiqûqî bidin.

Çalakî roja Yekşemê bi banga grevê ya esnafan re destpê kirin. Xwepêşandan belavî bajarên mîna Kerec, Îsfahan û Kirmanşah jî bûn.

HERÎ KÊM 18 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê zext û binçavkirinên dewleta Îranê yên li dijî xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kirine, agahiyan parve kir.

Li gor agahiyên rêxistinê parve kirine, di nava çend rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 18 welatiyên Kurd û Îranî ji aliyê hêzên wezareta Îtlaeta Îranê ve bêy fermana dadwer, ji ber sedemên cûda hatine binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.

Li gor heman agahiyan li bajarê Kirmaşanê hêzên Îranê bi gazên rondikrêj êrîşî xwepêşanderan kiriye, herî kêm 10 kes ku zarok jî di nave de hene, binçav kirine.

Hate ragihandin ku 4 xwendekarên Zanîngeha Tehranê yên bin avên Şahîn Şekohî, Manî Hêdî, Arif Hadî Nejad û Mubîn Umidyan hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku ti agahiyek li ser çarenûsa her çar xwendekaran nehatiye bidestxistin.

Li aliyê din hat ragihandin ku Rêvebirê Gruba Çiyagerên Arêz a Sineyê Serok Qasimî ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve di mala wî de hatiye binçavkirin. Hat gotin, di dema binçavkirinê de ti belgeyek dadwer nehatiye nîşandan û ew ji bo cihek nediyar birine. Hat diyarkirin ku sedema binçavkirina Serok Qasimî jiber tevlîbûna wî ya di kampanyaya Zagrosane ya çandina dar û berûyan de bû

Endamên Gruba Çiyageran a Seqiz Hamid Nebatî û Mustafa Misrî jî hatine binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Her wiha li Merîwanê jî welatiyê Kurd ê bi navê Eta Muradî jî hate binçavkirin û aqûbeta wî nayê zanîn.