Meclisa Bilind ya Dadgehê ya Iraqê ragihand ku dadgehên Iraqê erkdar kiriye ji bo lêkolînkirina çeteyên DAIŞ’ê ku tê pêşbînîkirin hejmara wan di navbera 7-8 hezarî de ye ku yên ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê kirine.
Li gorî agahiyên hatin girtin, proseya girtina çeteyan destpê kiriye û odeyeke ya operasyonê hatiye avakirin ku agahiyên derbarê çetetan yên sala 2014-2018’an li ber dest amade ne. Di encama lêkolînan de derketiye ku hinek ji van çeteyan xeternakin û destê wan di komkujiya li dijî Kurdên Êzidî de heye û çekên kîmyawî bikar anîne.
Çeteyên ku lêkolîn di derbarê wan de hatine destpêkirin yên 42 welatên biyanî ne û berî niha li Sûriyeyê nehatine dadgehkirin. Tenê di kampan de hatibûn ragirtin. Dadgeha Iraqê jî pêşbînî dike ku lêkolîn û girtina îfadeyên wan, wê di nava 4 heta 6 mehan de biqede.
Hêjayî bibîr xistinê ye piştî êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriye li ser Rojava û şûnde bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û li nava kampan ji bo Iraqê hatine şandin.