ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ YÊN LI ÎRANÊ
Li gorî dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, tê dîtin ku bi sedan cenazeyên ku tê gotin yê xwepêşandêranin, li Tiba Edlî ya bajarê Tehranê de tên ragirtin.
Malbat ji bo wergirtin û nasîna cenazeyan li Tiba Edlî ya Tehranê dimînin.
Di dîmenan de tê dîtin ku gelek cenaze li ser erdê û hinek jî li ser textan dirêjkirîne.
Hêjayî gotinê ye di çend rojên borî de rejîma Îranê ji bo komkujiyên ku wê li beramberî xwepêşanderan pêkaniye eşkere nebe, xetên înternetê li seranserî Îranê qut kiribû. Ji ber wê tê texmînkirin ku hejmara xwepêşanderên ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin gelek zêdetir ji ya ku li ser çapemeniyê hatine eşkerekirin.
Li gorî daneyên herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 15 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 638 xwepêşander hatine binçavkirin, herî kêm 79 xwepêşander hatine qetilkirin, 7 ji wan zarokin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.