Dadgeha Bilind daxwaza jinûve darizandinê ya şampiyonê boksê Muhammed Cevab Vefayi Sani yê li Îranê girtî, red kır. Piştî biryarê, tê diyarkirin ku sporvanê 30 salî rû bi rûyê xeteriya cezayê darvekirinê bimîne.
Vafayi Sani yê ji bajarê Meşhed, bi îdîaya tevlî protestoyên demokrasiyê yên sala 2019’an li seranserî welêt bûye û piştgirî dide Rêxistina Mucahîtên Gel a Îranê (MEK) a muxalîf sala 2020’an hate girtin. Hat ragihandin ku Sani yê ku 5 sal in tê girtin , rû bi rûyê êşkenceyê maye û demek dirêj li hepsi hucreyê tê ragirtin.
15’ê Kanûnê daxwaza jinûve darizandinê hate redkirin, piştre destûra serdaneke ji nişka ve ji dayika wî re hate dayîn. Parêzvanên mafên mirovan vê serdanê weke îşareta înfazê nirxandin. Ji Konseya Berdwedanê ya Neteweyî ya Îranê Şahîn Gobadi got, “Jiyana wî di xeteriyê de ye, dibe cezayê wî were înfazkirin.”
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li rayedarên Îranî kir ku înfazê rawestînin. Gelek sporvanên navneteweyî û saziyên sporê jî nerazîbûn nîşanî cezayê îdamê dan.