Îran xwe ji danûstandinên bi DYE'yê re amade dike
Îran di mijara bernameya nukleerî de xwe ji danûstandinên yekser ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re amade dike.
Îran di mijara bernameya nukleerî de xwe ji danûstandinên yekser ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re amade dike.
Çavkaniyekî Ereb ê nêzî mijarê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku hevdîtin bi navbeynkariya Misir, Qatar, Ûmman û Tirkiyeyê tê kirin û tê payin ku danûstandin 6'ê Sibatê li Tirkiyeyê pêk were.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî ji bo meşandina danûstandinên yekser ên bi DYE'yê re hatiye erkdarkirin. Li gorî çavkaniyekî nêzî dosyayê, hevdîtin dibe ku roja Înê li Tirkiyeyê destpê bike.
Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got, "Bi şertê ku gef û daxwazên dûrî ji aqil nebe û li atmosfereke guncaw bê meşandin, min ji Wezîrê Karên Derve yê me xwest ku di çarçoveya berjewendiyên me yên neteweyî de danûstandinên adil bimeşîne."
Serokê DYE'yê Donald Trump jî roja Duşemê anî ziman ku li gel gefên hemberî hev ên herdu wealtan jî ew ji bo lihevkirinekê xweşbîn e.
Li gorî malpera Axiosê li maseya danûstandinan wê bi navê DYE'yê nûnerê taybet ê Trump Steve Witkoff hebe.
Ji destpêka meha Çileyê û vir ve zexta li ser Tehranê zêde bûye. Ev zext piştî ku xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî krîza aboriyê ya li Îranê bi rengekî giran hatin tepisandin, giran bû.
Piştî ku Serokê DYE'yê gefa destwerdana leşkerî xwar û deh keştiyên şer şand Kendavê, roja Yekşemê Trump got, ew hevî dike ku bi Îranê re li hev bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî roja Duşemê daxuyaniyek da û got, "Welatên herêmê di danûstandina peyaman de navbeynkariyê dikin." Îran û DYE nêzî 40 sal in têkiliyeke dîplomatîk nameşînin.