Îran û Îsraîlê careke din êrişî hev kirin

Piştî êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê, operasyonên leşkerî yên navbera her du welatan car din zêde bûn. Fikarên têkildarî agirbesta lewaz a ku di meha Nîsanê de kete meriyetê, zêde bûn.

Piştî êrîşên bênavber ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, Îranê şeva yekşemê gelek fuze avêtin xaka Îsraîlê û rageşiya navbera her du welatan car din zêde bû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku sihara duşemê Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kiriye.

Li Qudsê piştî dengê sîrenên êrîşa hewayî, herî kêm dengê 8 teqînan hate bihîstin. Hate diyarkirin ku sîstemên parastina hewayî ya Îsraîlê ketin dewrê û hate dîtin ku fuzeyek li asîmanê Qudsê hate îmhakirin. Magen David Adom a girêdayî Xaça Sor a Îsraîlê, ragihand ku li gorî daneyên ewilî ti windahiya can çênebûye.

ÎSRAÎLÊ LI HEDEFÊN LI ÎRANÊ XIST

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di saetên şevê de li dijî “hedefên leşkerî” yên li herêmên navendî û rojavayê Îranê, êrîşên hewayî pêk anî. Ev êrîş piştî êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê, pêk hat.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku Husiyên bi piştgiriya Îranê yên li Yemenê jî fuzeyek avêtin.

TEHRAN: ME BAREGEHÊN NEVATIM Û TEL NOF HEDEF GIRT

Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê diyar kir ku wan baregehên hewayî yên li Nevatim a li başûrê Îsraîlê û Tel Nof a li navenda welêt, hedef girtine.

Di daxuyaniya hatî dayîn de, hate destnîşankirin ku ev êrîş weke bersiva êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên radarê yên li Îranê pêk hatin. Aliyê Îranê operasyon weke “bersiveke ji bo hişyariyê” pênase kir.

MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ: EM JI HER SENARYOYÊ RE AMADE NE

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku ew ji bo hemû îhtimalên rageşiya li herêmê, amade ne û destnîşan kir ku eger pêwîst kir wê li hemû eniyan operasyonên berfireh pêk bînin.

Vê daxuyaniyê fikara bilindbûna rageşiya leşkerî ya navbera her du welatan, zêde kir.

LI TEHRANÊ ÊRÎŞÊN BI FUZEYAN HATIN PÎROZKIRIN

Piştî êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê, kesên alîgirê hikûmetê li Qada Enghelab a li paytext Tehranê kom bûn û şahî lidar xistin.

Xwepêşanderan dirûşmeya “Li Tel Avîvê bixin” berz kir û piştgirî da rêveberiya Îranê. Ev êrîş piştî agirbesta meha Nîsanê, bû êrîşa bi fuzeyan a ewilî ya ku Îranê li dijî Îsraîlê pêk anî.

ÊRÎŞÎ PARTIYÊN ROJHILAT HATE KIRIN

Muxafizên Şoreşê ya Îranê diyar kir ku wan hin biryargehên rêxistinê yên li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê hedef girt.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê, hûrgûlî nehatin dayîn ka di êrîşê de kîjan rêxistin hatine hedefgirtin. Rêveberiya Tehranê ji destpêka şer û vir ve rêxistinên Kurdan ên Rojhilatî yên li herêmê, hedef digire.

DI ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ DE TESÎSA PETROKÎMYA YA LI ÎRANÊ ZIRAR DÎT

Tesîsên Şîrketa Karun Petrokîmya ya li bajarê Mahşehr a li başûrêrojavayê Îranê, di êrîşa Îsraîlê de hatin hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniya Alîkarê Walî yê Berpirsê Ewlehiya Eyaleta Hûzîstanê, di encama êrîşê de hin beşên tesîsê zirar dîtin. Artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku li hedefên cur be cur ên li kompleksa petrokîmya ya li Mahşehrê hatiye xistin.

LI ÎSRAÎLÊ DIBISTAN HATIN GIRTIN

Piştî êrîşên Îranê, hikûmeta Îsraîlê ragihand ku hemû saziyên perwerdeyê yên li seranserî welêt wê roja duşemê girtî bin.

JI ÎSRAÎLÊ PEYAMA BERFIREHKIRINA ÊRÎŞÊN LI LUBNANÊ

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin got, Îran bi êrîşên rasterast re “hewl dide dereceyeke nû çêbike”.

Defrin îdîa kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser banliyoya Dahiye ya li başûrê Beyrûtê, bersiva êrîşên Hîzbûllahê yên li ser bakurê Îsraîlê ye û ragihand ku operasyonên li dijî Hîzbûllahê wê bên berfirehkirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku sîstemên parastina hewayî li seranserî welêt ketine meriyetê û bang li gel kir ku li gorî talîmatên ewlehiya fermî tevbigerin.

TRUMP HIŞYARÎ DA NETANYAHÛ

Li gorî çavkaniya nûçeyan a Axios, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump şeva yekşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû re hevdîtin kir; hate diyarkirin ku armanca vê hevdîtinê ew bû ku Îsraîl bersivê nede û peymaneke muhtemel a bi Tehranê re nekeve xeteriyê. Têkildarî mijarê daxuyaniyeke fermî nehate dayîn.