Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ismail Bakeyi got: ‘’Bernameya balîstîk a Îranê, ji bo parastina xakên Îranê hate pêşxistin û ne ji bo mijara muzakerekirinê.’’
Ismail Bakeyi ev yek jî anîn ziman: ‘’Ji ber vê yekê nabe ku kapasîteya parastina Îranê ya ji bo jêvegerandina fikra êrîşa li ser welêt a êrîşkaran hatiye sêwirandin, bibe mijara nîqaşan.’’
DYE û Îsraîl, Îranê bi bêramîkirina Rojhilata Navîn sûcdar dikin û bi fikar in ku kapasîteya teknîkî ya van moşekan Îsraîlê hedef bigirin.
Kanala NBC ya Emerîkî got: ‘’Rayedarên Îsraîlî her ku diçe ji berfirehbûna bernameya balîstîk a Îranê zêdetir endîşe dibin.’’
NBC’yê di nûçeyeke xwe ya roja Înê de îdîa kir ku rayedar xwe amade dikin ku vebijarka êrîşeke nû ya li ser Îranê pêşpkêşî Serok Donald Trump bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ku Îranê li hemberî ewlehiya Îsraîlê weke gefeke hebûnê dibîne, ji bo ku di 29’ê Kanûnê de bi Serokê DYE’yê Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne wê biçe DYE’yê.
Îran û Îsraîl ku ji avabûna Komara Îslamê ya sala 1979’an ve ye dijminên hev in, di meha Hezîranê de li gel êrîşeke Îsraîlê ya gelekî mezin a li serherêmên leşkerî, nukleerî û jîngehan ketibûn nava şerekî mezin ku 12 rojan berdewam kir.
Li gorî rayedaran, di encama van êrîşan de li aliyê Îranê zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. DYE, di 22’yê Hezîranê de tesîsa dewlemendkirina ûranyûmê ya binerd a Fordoya başûrê Tehranê û tesîsên nukleerê yên li Isfahan û Natanzê bombebaran kiribûn û ew jî ji bo demeke kurt beşdarî oprasyonên li dijî Îranê bûbû.
Îsraîlê di dema şerê 12 rojî de ragihandibû ku zêdetirî 50 moşekên Îranê gihîştine ser xakên wê û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.