Êrişên li ser Şêxmeqûd û Eşrefiyê li ber avahiya NY`ê ya li Lubnanê hate şermezarkirin

Kurd û dostên wan ên li Lubnanê li ber avahiya NY (ESCWA) li paytext Beyrûtê xwepêşandanek li dar xistin û êrişên çeteyên hikûmeta Demkî li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

Kurd û dostên wan ên li Lubnanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (ESCWA) li paytext Beyrûtê ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê xwepêşandanek li dar xistin.

Endamên Komeleya Newrozê ya Çandî û Civakî, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Komîteya Jineolojiyê, malbatên şehîdan û Kurdên li Lubnanê beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, di heman demê de wêneyên sivîlên birîndar û pankartên ku li ser wan "Na ji koçberiya bi darê zorê re", "Na ji şer re û erê ji aştiyê re", "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" hatibû nivîsandin, hatin bilindkirin.

Beşdaran nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY`ê António Guterres re şandin, ku ji hêla endamê Meclîsa yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xalid Afrîn ve hate xwendin. Nameyê wiha digot:

Em êrişa leşkerî û dorpêçkirina bi mehan a taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li Helebê bi tundî şermezar dikin, ku di encamê de sivîl bûne qurbanî û navendên bijîşkî û xizmetguzariyê rasterast hatine armancgirtin, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê ye.

Em daxwaza agirbesteke yekser, rakirina dorpêçê, vekişandina çekên giran ji bajêr û avakirina komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî dikin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed bal kişand ser pêwîstiya destwerdana lezgîn a navneteweyî ji ber rewşa heyî ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hişyarî da li ser dubarekirina komkujiyên li bajarên peravê û Siweydayê.

Ebdulselam Ehmed destnîşan kir ku her 2 tax di bin rêveberî û parastina niştecihên sivîl ên bêçek ên xwe de ne û ew bi tevahî pabend e bi peymanên ku mafên hemî civak û mezhebên Sûrî garantî dikin. Hikûmeta Demkî berpirsiyarê rijandina xwîna sivîlên bêçek ên Kurd dît.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tavilê êrişan rawestînin û sivîlan ji komkujiyên li dijî wan têne kirin biparêzin.