120 aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê

120 aktîvîstên sivîl, siyasî û mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê û xwestin, binçavkirî bêne berdan û daxwazên gel bi cih bêne anîn.

PROTESTOYÊN LI ÎRANÊ

120  çalakvanên sivîl, siyasî û mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî kuştin û binçavkirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bersivdayîna xwepêşandanên sivîl bi çekê, berovajî peymanên mafên sivîl û siyasîne ku hikûmeta Îranê bi xwe pejirandine.

Çalakvanan daxwaza berdana hemû kesên ku vê dawiyê hatine binçavkirin û bicîhanîna daxwazên wan ên rewa dikin, her wiha daxwaza ji nû ve piştrastkirina mafên xwepêşandanê û guhdana daxwazên gel dikin.

Di heman daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin hate xwestin.

Navên hinek ji çalakvanên ku îmzaya xwe li binê daxuyaniyê avêtiye wiha ne: Hesen Emînî, Celîl Aheng Nejad, Saro Baqirî, Fuad Ehmedî, Nuşîn Sadeqî, Mehnaz Erdelanî, Sebrî Hemîdî, Nesrîn Fezîlî, Kejal Rezayî, Mestûre Emcedî, Neşmîl Xatirî, Rozbe Ekradî, Ehmed Wezîrî, Ehmed Qumrî, Behram Şerîetî û gelek çalakvanên din.