ROJAVA-SÛRIYE
Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye.
Şêniyên Kobanê û gundewarê wî şehîdên Komkujiya Kobanê ku bi destê çeteyên DAIŞˊê di 25ˊê Hezîrana 2015ˊan de pêk hatiye, di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn, mûm li ser gorên wan pêxistin û kulîk danîn ber kêlan.
Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya û destnîşan kir ku aştî bi vî rengî pêk tê.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ku di panela ji aliyê Enstîtuya Aştî ya Kurd ve hat lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku neçar e ku jin di avakirina Sûriyeya nû û mekanîzmayên parastinê de cih bigrin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soz da ku wê li ser rêya cangoriyan têbikoşe.
Hemû Nûçe
-
Li gundê Xelîl û Hemamê şer giran e
Li gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye û gundê Hemam yê girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer giran e.
-
-
Li Recoyê yek jê serçete 4 çete hatin kuştin
Di şerê li derdora Kevirê Ker yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê ya di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û girêdayî wê de serçeteyê Tugaya Şûhade Bedir a girêdayî El Kaîdeyê jî di nav de 4 çete hatin kuştin.
-
Abdullah: Li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye
Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah diyarkir ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û wiha got; “Em ê bi rûhê berxwedana Avesta Xabûr, berxwedanê geştir bikin.”
-
-
-
-
-
-
-
-
Xebata tespîtkirina çekên qedexe yên Tirkiyeyê didome
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew texmîn dikin ku dewleta Tirk di êrîşên Ii ser Efrînê de çekên qedexekirî bi kar aniye. Xelîl tekez kir ku pispor vê bûyerê lêkolîn dikine da ku were îspatkirin.
-
-
-
PYD: Bêdengî tê wateya hevkariya sûc
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku hemû hêzên li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker bêdeng dimînin hevkarên komkujiyê ne û got: “Serkeftin para Berxwedana Serdemê ye.”
-
-
QSD’ê li hêzên dagirker xistin: 20 kuştî
Şervanên QSD’ê, li derdorî gundê Zarê yê Bilbilê li dijî hêzên dagirker çalakiyek lidar xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 20 leşker û çete hatine kuştin.
-
-
13 rojan 104 sivîl hatin kuştin
Nexweşxaneya Efrînê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, 13 rojan 104 sivîl hatine kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne.
-
-
Li Efrînê duh bi şev çi qewimî?
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li gelek herêmên Efrînê barand. Şervanên QSD'ê jî li çend cihan çalakî pêk anîn. Di encamê de gelek leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
-
Li Bilbilê bomberdûman û şer
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê dibarînin. Şerê dijwar ê li herêmê dewam dike.
-
-
Xiristiyanên li Efrînê bang kirin
Civata Xiristiyan ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re xwe li Efrînê girt û şeş sal in li gorî baweriya xwe bi rengekî azad dijî, bang li hemû Xiristiyanan û mirovên xwedî bawerî kir ku li ber dagirkeriyê rabin.
-
Hêzên QSD'ê ji sê nuqteyên cuda lê dan
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bilbilê, Şiyê û Raco ji sê nuqteyên cuda li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Çavkaniyên herêmî gotin gelek çete û leşker hatine kuştin.