ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer bombe li gundên Şerawa barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Basûfane, Başemra û Gundê Mezin ên navçeya Şerawa ya Efrînê barandin. -
Li gundê Şingûle li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî
Hêzên QSD’ê li navçeya Reco ya Efrînê jî lid ijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalaki lidarxist. -
Şervanên QSD’ê li dijî artêşa dagirker û çeteyên wê çalakî lidarxist
Şervanên QSD’ê li gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye ya EfrÎnê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 3 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Bilbilê şervanên QSD’ê li dijî dagirkeran çalakî lidar xist
Şervanên QSD’ê li gudê Bukê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî dagirkeran çalakî lidarixist. -
Artêşa Tirk navçeya Şêrewa ya Efrînê bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dike. -
Nasnameya 6 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
Navenda Çapemeniya QSD’ê nasnameya 6 şervanên di Berxwedana Serdemê ya dewleta Tirk a li dijî Efrînê de şehîd bibûn eşkere kir. -
Li Kobanê mitînga xwedîderketina li Efrînê hate lidarxistin
Li Kobanê bi mitîngekê girseyî êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyê yên li hember Efrînê hatin şermezarkirin. Di mitîngê de banga xwedîderketina li Efrînê û bilindkirina berxwedana Efrînê hat kirin. -
Artêşa dagirker li Efrînê gundekî bi temamî rûxand
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Xalidiyê (Xalta) yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi temamî xirab kir. -
Nexweşxaneya Avrînê hejmara şehîd û birîndaran eşkere kir
Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed diyar kirin ku ji roja destpêkê ya êrîşên li ser Efrînê de, 76 birîndar û 47 şehîd gihîştine nexweşxaneyê. -
Artêşa Tirk zarokê 9 salî qetil kir
Arhat ê 9 salî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker yên li ser navenda Efrînê de bi giranî birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da. -
Di roja 12'an a berxwedanê de li Efrînê û navçeyên wê çi qewimî?
Şervanên "Berxwedana Serdemê" ku li pişt her dara zeytûnê ya Efrînê ketine çeperê, ev 12 roj in li dijî koalîsyona DAÎŞ-El Qaîde-AKP'ê têdikoşin. Me bûyerên ku di roja 12'an de qewimîne dan hev. -
Navê 11 sivîlên birîndar eşkere bû-NÛ BÛ
Navê 11 sivîlên ku di êrîşa dagirkerên Tirk de li Efrînê birîndar bûn, hate eşkerekirin. Sivîlên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. -
Êrîşa li dijî navenda Efrînê: 12 kes bi giranî birîndar bûn-NÛ BÛ
Li dijî navenda Efrînê êrîş pêk hatin. Hat diyarkirin koçberên ku ji ber êrîşan ji Cindirêsê hatibûn Efrînê bûne hedefa êrîşan. -
Artêşa Tirk a dagirker bombe li taxa Eşrefiyê ya Efrînê barand-NÛ BÛ
Hêzên Tirk ên dagirker obus avêtin taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrînê. Ji ber êrîşê 12 sivîl birîndar bûn ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Tê gotin, dibe ku şehîd jî hebin. -
Li Bilbilê şerekî dijwar diqewime
Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li gundê Qurnê û çiyayê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê şerekî dijwar diqewime. -
Li Efrînê êrîş û şer dewam dikin
Li gelek herêmên Efrînê êrîşên dagirkerên Tirk û şer nîvê şevê jî dewam kirin. -
Koçberên li Îdlibê pêşî li çeteyên êrîşî Efrînê dikirin girtin
Koçberên li Kampên Dêra Hesan û El Selam ên Îdlibê dimînin, ji bo nehêlin ku terorîstên dewleta Tirk a dagirker ji kampên wan êrîşî Efrînê bikin, rê girtin. -
Bavê şehîd tevî 4 kurên xwe li eniya berxwedanê ye
Hîkmet Silêman Hemo 60 salî ye û ji destpêka şoreşê ve di nava refên YPG'ê de ye. Çar kurên wî jî şervanên YPG'ê ne. Hemo her wiha bavê şehîd e. -
QSD: 3 wesayitên artêşa Tirk hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di şerê duh de 3 wesayitên artêşa Tirk hatine rûxandin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Baflûne û navçeya Bilbilê dibarîne
Balafirên şer ên Tirk gundê Baflûne yê girêdayî navçeya Şera ya Efînê û navçeya Bilbilê bomberdûman dike. -
Balafirên şer li ser Efrînê digerin
Balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser esmanên Efrînê digerin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî sivîlek birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî li taxa El Çarx sivîlek birîndar kir. -
Balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê li wesayita sivîlan xist
QSD’ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê wesayita sivîlan bombe kiriye. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li Racoyê dide
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li navçeya Racoyê ya Efrînê dide. -
RAJIN’ê, Avrîn Mahsûm bi bîr anî: Em ê li pey şopa wan bin
RAJIN’ê Avrîn Mahsûm ku dema hewl dida berxwdanê û dagirkeriyê ragihîne şehîd bûyî bi bîr anî û got , ‘’Em ê di xeta çapemeniya jina azad de bimeşin’.