ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Herêma Firatê êrîşa bi balafira bêmirov a bi çek şermezar kir
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê êrîşa dewleta Tirk a danê sibehê bi balafirê bêmirov a bi çek li dijî avahiya Meclîsê pêk anîbû, şermezar kir -
QSD’ê li Reqayê 4 çeteyên DAÎŞ’ê girt
QSD’ê diyar kir wan li Reqayê di du operasyonên cihê de 4 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li navenda Kobanê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî, navenda bajarê Kobanê bombe kir. -
Li Dêrazorê dest bi pêngava ewlehiyê hat kirin
QSD’ê ragihand ku li herêma Kiber a li başûrê Dêrazorê dest bi pêngava ewlehiyê kiriye. -
Welatiyên Girkê Legê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Girkê Legê ya Kantona Qamişlo, gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadan. -
Ji bo du şervanên şehîd li Kobanê merasîma veşartinê
Cenazeyên Şehîd Sîna Elî û Şehîd Osman Mehmûd, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin. -
YPG'ê tol hilanî: 8 leşker û 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
YPG'ê ragihand ku tola Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos bi çalakiyan hatiye hilanîn. Hate ragihandin ku di encamê de 8 leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û 11 çeteyên wan hatine kuştin, gelek çek jî hatine desteserkirin. -
HRE: 9 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de yên li herêmên dagirkirî, 9 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Cenazeyê Karakoçan û Amanos hatin veşartin
Li Dêrikê û Girkê Legê gel, Fermandarên YPG’ê Şehîd Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos ber bi rêwîtiya dawîn ve bi rê kirin. -
Li Amûdê li dijî dagirkerî û xiyanetê meş
Li Amûdê bi sedan kes bi şiara “Em ê bi vîna gerîla û gel dagirkerî û xiyanetê têk bibin“ meşiyan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn wesayîteke bombebarkirî bêbandor kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan li Til Hemîsê wesayîteke bombebarkirî hatiye bêbandor kirine. -
Li Reqayê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li navçeya El Keramê ya Reqayê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Li Qamişloyê gel li hemberî dagirkerî û îxanetê daket qadan
Li Qamişloyê bi sedan kes li dijî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo şermezarkirina îxaneta PDK’ê daketin qadan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Şaneyeke DAÎŞ'ê li Kampa Holê hate têkbirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê ên li Kampa Holê plana êrîşê dikir, bi operasyoneke hêzên wan hatin têkbirin. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujî kir: 2 kes hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Siwêdiyê yê navçeya Eyn Îsayê komkujî kir. Di êrişa hewayî de 2 gundî hatin qetilkirin. -
Şêniyên Kobanê li fîlmê 'Kobanê' temaşe kirin
Komîna Fîlm a Rojava, fîlmê 'Kobanê' li hola Navneda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê nîşan da. Fîlm gelekî bala şêniyên bajêr kişand. -
TCŞ'ê li Minbicê dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di çarçoveya Pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li Minbicê dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kirin, ku ji raman û pirtûkên Ocalan pêk tê. -
Nêzî 700 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza serlêdana Îmraliyê kirin
691 parêzerên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, ji Wezareta Edaletê ya Tirk re name şandin. -
YPG: Hevrêyên me Karakoçan û Amanos şehîd bûn
YPG’ê got: “Hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos, di êrîşa balafira bêmirov û biçek de şehîd bûn.” -
Xelkê Kobanê li dijî tecrîda Îmraliyê rabûn
Bi sedan welatiyên Kobanê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. -
Gelê Kobanê 2 şehîd bi rê kirin
Cenazeyê Şehîd Îbrahîm El Berho (Gîvara) û Hecî Mihemed (Çiya Kobanê) ên roja înê di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Hejmara meha Îlonê ya Kovara TCŞ’ê derket
Kovara meha îlonê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi sernivîsa “Bi ruhê Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, em ê faşîzma Îmraliyê parçe bi parçe bikin” derket. -
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe aşkera kir
QSD’ê ragihand ku 3 şervanên wan ên bi navê Îbrahîm Mihemed Berho (Gîvara), Ehmed Hemed El Şawî (Zagros) û Hecî Xelîl Mihemed (Çiya Kobanê) di dema parastina li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Eyn Îsayê de şehîd bûne. -
Li Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclîsa Rojava ya Dêrazorê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
YPG'ê Amara Ronahî bi bîr anî
YPG'ê şehîd Amara Ronahî bi bîr anî ku sala 2014'an li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kir û destnîşan kir ku wê ked û fedakariya Amara ti carî ji bîr nekin.