ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê: Li Hesekê û Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan
Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de daketin qadan. -
HRE: 5 polîsên tîmên taybet û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Bab û Şêrawayê çalakiyên bersivdanê lidar xistine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 5 polîsên tîmên taybet ên dagirker (POH) û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Ehmed Pîrê: Ji bo pêkanîna projeya Rêber Apo em ê her tim kar bikin
Ehmed Pîrê diyar kir ku ew şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, “Ti carî vîna me naşikê. Em ê her tim kar bikin, ji bo projeya Rêber Apo pêk bînin.” -
Cenazeyên şehîdên HRE’yê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên HRE’yê Zinar Til Qirah û Egîd Efrîn, bi berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin. -
Komîteya Koçberan bîlançoya dagirkeriyê ya 3 salan eşkere kir
Komîteya Koçberan bîlançoya 3 salan a sûcên ku dewleta Tirk a qirker li Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî, eşkere kir û got: “511 kes hatin girtin, 185 kes hatin revandin, êşkence li 325 kesan hat kirin. 92 girtî revandin Tirkiyeyê û 56 kes hatin qetilkirin.” -
HRE: 2 şervanên me şehîd bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan Egîd Efrîn û Zinar Tilqerah şehîd bûne. -
Dewleta Tirk êrîşê gundên Rojava kir
Dewleta Tirk a dagirker li Şera, Şehba, Til Rifet û Zirganê êrîşê gelek gundan kir. -
Xelkê Kobanê berê xwe dan şîna ji bo Zinar Reş û Koçero Batman hat danîn
Xelkê Kobanê berê dan şîna ku ji bo gerîlayê HPG’ê Zinar Reş û yek ji fermandarê YPG’ê Koçero Batman hat danîn. -
Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Koçero Batman hat veşartin
Cenazeyê Fermanê YPG’ê Koçero Batman ê di encama êrîşê bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû, bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên Kobanê, bi merasîmekê hat veşartin. -
Şêniyên Til Temirê li dijî komployê meşiya
Şêniyên Til Temirê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Jinên Ciwan ên Ereb qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqa û gundewarên wê, qetilkirina endama Navenda Lêkolînkirina Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin û soza tolhildanê dan. -
Fermandarê YPG’yî di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bi droneke bombebarkirî êrîşek kir û di vê êrîşê de Koçero Batman (Hasan Demîrtaş) şehîd bûye. -
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li Zirganê dike
Dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê bi rengekî giran bombe dike. Hate ragihandin ku bombardûman li navenda navçeyê hate kirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê darên zeytûnê didize
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîsa li Efrînê 50 darên zeytûnên desteser kirin. -
Xelkê Herêma Firatê xwedî li berxwedana jinên Rojhilatî derket
Li Herêma Firatê, bi sedan kes xwedî li berxwedana li Rojhilat derketin. -
Akademiya Jineolojiyê ji bo Akarsel li Hesekê konê çalakiyê veda
Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina siyasetmedarên jin, li Hesekê konê çalakiyê veda. -
Bombardûmana li ser Zirganê: Jinek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bombe li Zirganê barand. Di encamê de Ayşar Hisên El Kemorî birîndar bû. -
'Dewleta Tirk nexweşiya kolerayê li tejaneya Firatê belav dike'
Dewleta Tirk a dagirker ku avê mîna amûreke şer li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, bi kêmkirina ava Çemê Firatê re hem hewl dide zerarê bide çandiniya herêmê, hem jî dibe sedem ku nexweşiya kolerayê belav bibe. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 jin revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta ya Efrîn a dagirkirî 2 jin revand, ku xwişkên hev in. -
Arîn û Rêvan rewş guhertin
Arîn Mîrkan û Rêvan yek ji fedaiyên ku di sala 2014’an de êrîşên DAÎŞ’ê ku bi desteka dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kobanê dest pê kiribû, rawestandin. Di nava kesên ku li Rojava rewş guherandin de cih girtin. -
Dewleta Tirk Kobanê û Til Temirê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Qeremox ê Kobanê, herêmên sînor jî di nav de Til Şeîr û Mezra Abrûyê kir. Dewleta dagirker gundê Qibûr Qeracne jî bi çekên giran topbaran dike. -
Çeteyan li Efrînê welatiyek din revand
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li taxa Sîna ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Ebdo Welîd Sîdo revand û bir cihekî ne diyar. -
Şervanekî HRE'yê şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl (Zinar Efrîn) di 2'yê Cotmehê de dema bi erka xwe radibû, gihîşt şehadetê. -
Li Şehbayê êrîşeke hewayî pêk hat
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek li gundekî girêdayî Kantona Şehbayê êrîşeke pêk anî.