ROJAVA-SÛRIYE
Li derdora 4 gundên bakurê bajarê Zirganê şewatên berfireh çêbûn. Şênî metirsîdar in ku mayînên li derdora gundan hatine çandin biteqin.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ku di panela ji aliyê Enstîtuya Aştî ya Kurd ve hat lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku neçar e ku jin di avakirina Sûriyeya nû û mekanîzmayên parastinê de cih bigrin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soz da ku wê li ser rêya cangoriyan têbikoşe.
Înîsiyatîfa Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku "mafê hêvî" bixe meriyetê.
Fermandar Ebû Leyla ji bo serketina Şoreşa Rojava diçû her eniyê. Hêviya xwe ya heta kêliya şehadetê hil girtî, ji zarokan, gelê xwe û hevrêyên xwe re weke mîrate hişt.
Hemû Nûçe
-
'Divê min li ber xwe bida'
'Dema min li milê xwe nihêrî, min dît çermekî tenik ên ku mil û enîşkê bi hev girêdide, kil dibe. Min fêm kir ku wê milê min were jêkirin. Gelekî xwîn ji min çûbû. Divê min li ber xwe bida.'
-
Li erdnîgariyeke biçûk şoreşeke gerdûnî: Rojava-1
Em Şoreşa Rojava bi hemû aliyên wê ku mîraseke bijare ji bo Rojhilata Navîn û heta tevahî cîhanê bi nerîna xwe ya civaka azad, aştiyane û sosyalîst ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de di dema şerê Sûriyeyê de bi awayekî fermî hate ragihandin, nas bikin.
-
Min çavên xwe vekir, du lingên min nebûn
“Min gav avêt û mayînek din teqiya. Dema ez hatim ser xwe, 26 roj min li pey xwe hiştibû. Min çavên xwe vekirin. Min betanî ji ser xwe rakir. Min dît ku her du lingên min ji ser çokê ve qûtbûne. Min bawer nedikir. Min carekê din betaniyê vekir û girt…”
-
Şahida qetlîamê dixwaze di pêvajoya darizandinê de cih bigire
Naîme Fetah Aqîl a ku şahida Komkujiya Berxbotanê û dayika Şehîd Metîn e yê ku di komkujiyê de şehîd bû diyar kir ku ew dixwazin ji pêvajoya darizandina DAIŞ'ê re amade bin û got, "Divê DAIŞ li pêşberî gelên ku şer û komkujî dîtine, were darizandin."
-
-
-
-
YPG: Şoreşa Rojava veguherî şoreşa gelan
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG): Bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û li ser esasê neteweya demokratîk Şoreşa Rojava pêk hat û bi têkoşîna hevpar a gelan û destanên qehremaniyê veguherî şoreşa gelan.
-
Lingê wê di hembêza wê de çû Kobanê
“Dema min çavên xwe vekirin, ez li aliyekî bûm û lingê min li aliyê din bû. Ji tirsa ku ez careke din lingê xwe nebînim, min xwe kaş kir ser lingan û danî ser çoka xwe. Heta ez gihiştim Kobanê lingên min di hembêza min de mabûn.”
-
‘Şoreşa Rojava bi navê YPJ’ê gihîşt wateya xwe ya rastîn’
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Di ber azadiya gelê xwe de, em ê her dem li pey nirxên xwe yên pîroz bin û ji bo mayîndekirina şoreşê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.”
-
-
-
-
-
Egîd Kobanê hêviya xwe ji dest neda
“Min xwe li gel şehîd Şahoz dirêj kir. Destê xwe da rûyê xwe. Çavekî min derketibû, yê din jî filû didît. Hesibandin ku ez jî endamê çeteyan im û ez birim. Ez li bendê mam. Hêviya xwe ji dest neda. Min dizanî ku wê heval werin.”
-
-
-
Dewleta Tirk ciwanek qetil kir
Ciwanê bi navê Rodî Silêman ê ji Tirbespiyê, li nêzî parêzgeha Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
-
-
-
-
Barîn Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê li ser piyan e
“Hevalek li kabloyê ket û piştre li ser hev mayin teqiyan. Çavên min venedibûn. Dema min destên xwe da çavê xwe, destên min şil bûn. Dema ez hişyar bûm, ez li nexweşxaneyê bûm. 40 roj derbas bûbûn, ez ji her du çavên xwe bûbûm.”
-
-
-