Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ`ê girtine. Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye:
“Yekîneyên operasyonên leşkerî (TOL) ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li herêma Cewayic Zîban a Dêrazorê, operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke çeteyên DAÎŞ`ê li dar xist ku di barkirin û belavkirina çekan de çalak e.
Di encamê de 2 endamên şaneyê hatin girtin. Hewldanên hêzên me ji bo jihevxistina torên rêxistina terorîst û xurtkirina ewlehiya herêmê berdewam in.”