Hêzên hikûmeta Şamê du ciwan qetil kirin

Hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 24 saetên dawî de du ciwan qetil kirin.

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de li gundewarê Şamê û li navenda bajêr, 2 ciwan ji aliyê endamên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatin qetilkirin. 

Li gundê Rewda yê herêma Zebedanî, ciwanekî ji 2012`an ve ji rejîmê ve qut bûye, di serdegirtina mala wî de hate qetilkirin.

Her wiha duh endamên ewlehiyê li taxa Ruknedîn a Şamê ciwanekî ji gundê Merba yê Derayê qetil kir. Lê agahiyên der barê bûyerê de û sedemên wê nehatin zanîn.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara kesên di tesfiyekirinê û bûyerên heyfhilanînê de ji destpêka 2025`an ve hatine qetilkirin, 16 jê zarok û 30 jin di nav de bi tevahî 884 kes hatine qetilkirin.