Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Tişrînê ve bimeşin

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Bendava Tişrînê ku di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî de ye bimeşin.

Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar dane, wê sibe ji gelek bajaran bi hezaran kes berê xwe bidin Bendava Tişrînê ku ev mehek e li wê derê dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedan tê meşandin. 

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan wê bendavê piştgiriya xwe ya ji bo şervanên QSD’ê û YPJˋê nîşan bidin.

Komîteyên amadekar banga tevlîbûna meşê li hemû beşên civakê kirin.