Cenazeyên şehîdan li Hesekê û Tebqayê hatin veşartin

Cenazeyê şervanê QSD′ê Hewas Mihemed Elî li Hesekê û cenzeyê şervanê HRE′ê Hisên Nasro jî li Tebqayê hatin veşartin. Di merasîmê de soza pêkanîna armancên şehîdan û domandina têkoşînê hate dayîn.

Cenazeyên şervanên QSD û HRE’yê bi merasîmeke li bajarê Hesekê û Tebqayê hatin veşartin. Bi dehan welatî, nûnerên saziyan û rayedarên leşkerî beşdarî merasîman bûn.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîlk (QSD) Hewas Mihemed (Yunis Luqman) ê 14`ê Tebaxê li bajarê Hesekê şehîd bû, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye hate veşartin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef axivî û got: “Şehîd, leheng, zend û bendên welat in. Parêzvanên ax û namûsê ne. Tevahî komployên dewletên hegemonîk ên ku naxwazin welatê me istiqrar bibe, têk birin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Cizîrê Mihemed Elî El Cewher jî axivî û got: “Dema hevalek me şehîd bibe, ew di wijdanê me de nemir e. Ji ber ku em dev ji rêya wî bernadin. Lê belê îsrara me ya domandina rêya şehîdan û rizgarkirina axa dagirkirî, zêdetir dibe.”

Ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Hisên Nasro bûn ku 17`ê Tebaxê li bajarê Mensûra şehîd bû, li goristana şehîdan a Tebqayê merasîm hate lidarxistin. 

Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star a kantoan Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo axivî û got: “Em destpêkê ji xwe û dûra ji malbata şehîd, sersaxiyê dixwazin. Em bejna xwe li ber şehîdên azadiyê û rûmetê ditewînin. Em ji wan re dibêjin, hûn minareya rêya me ne. Erka me ye ku em destkeftiyên we biparêzin û li ser şopa we bin ta ku serkeftinê bi dest bixin.”

Ji fermandarên HRE`yê Karker Şehba jî axivî û got ew ê parastina axê û gel bidomînin, nahêlin ti kes azadî û rûmeta gelên herêmê binpê bike û dê her tim wefedarên şehîdan bin.

Endamê Meclisa Olî ya Tebqayê şêx Bozan Şêx Hemo jî axivî û diyar kir ku şehadet, şahidê wefedariya şehîd ji gel û axê re ye û dê şehîd di dilê her kesî de zindî bimînin.

Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre, cenazeyê şehîd Hisên Nasro bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” li goristanê hate veşartin.