Wêneyên şervanên YPJ’ê li kolanên Çilaxayê hatin daliqandin
Kongra Star li Çilaxayê pankartên ku wêneyên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser hene, daliqandin.
Kongra Star li Çilaxayê pankartên ku wêneyên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser hene, daliqandin.
Di çarçoveya kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan de ku di 26`ê Nîsanê de dest pê kiriye, tevger û rêxistinên jinan ên li herêma Cizîrê çalakiyên ji bo piştgiriya YPJ`ê didomînin.
Kongra Star li bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê, îro çalakiyek li dar xist û 2 pankartên ku wêneyên şervanên YPJ`ê li ser hene, yek li deriyê rojava yê bajêr û yek li xala kontrolê ya Şehîd Zeyneb a Hêzên Ewlekariya Hundirîn daliqandin.