SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê hezar û 311 kes hatine kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê di şerê hefteyekê de hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo darizandina hemû sûcdaran, hate xwestin ku lêpirsîna navneteweyî were vekirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku heta niha hezar û 311 kes di şer û pevçûnên li Siwêdayê û gundewarên de hatine kuştin ku ji wan 196 kes li qadan hatine gulebarankirin.

Li gorî SOHR’ê hûrgiliyên bîlançoyê wiha ne:

“637 kes ji xelkê Siwêdayê hatine qetilkirin; 104 jê sivîl in ku jiwan jî 6 zarok û 16 jî jin in.

456 kes endamên wezaretên parastinê û ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz in ku jê 32 kes ji eşîrên Bedewî û çekdarên lubnanî ne.

15 endam jî ji her du wezaretên hikumeta veguhêz di êrişên hewayî yên Îsraîlê de hatine kuştin.

3 kes di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de hatine kuştin.

Rojnamevanek di pevçûnan de hatiye qetilkirin.

196 kes bi destê hêzên wezaretên parastinê û ya hundir, (jê 28 jin, 8 zarok û kalemêrek) li meydanan hatin gulebarankirin.

3 kes ji eşîrên Bedewî, bi destê komên Durziyan hatin kuştin.

Her wiha SOHR’ê daxwaz kir ku bi rêya komîteyeke navneteweyî ya pispor lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe veke da ku binpêkirin û sûcên li Siwêdayê hatine kirin bişopîne û ji sûcdarên ji her du aliyan hesab bixwaze.