DEM Partî bû partiya 2’yemîn a meclisê

DEM Partî bi 56 parlamenteran bû partiya 2’yemîn a meclisê. Ji ber ku Partiya Nû ya Ozgur Ozel hê li meclisê kom ava nekiriye di malpera meclisê de DEM Partî weke partiya 2’yemîn hat nîşandan.

Ozgur Ozel ku bi biryara “Batalkirina teqez” ji Serokiya Giştî ya CHP’ê hat dûrxistin û şûna wî Kemal Kiliçdaroglu weke serokê giştî hat peywîrdarkirin ji 91 parlamenteran ji partiyê îstîfa kir. 

Piştî Ozgur Ozel Partiya Nû ava kir û bi 91 parlamenteran ji CHP’ê îstîfa kir û DEM Partî bi 56 parlamenteran bû partiya 2’yemîn a meclisê. 

Ji ber ku Partiya Nû ya Ozgur Ozel hê li meclisê kom ava nekiriye di malpera meclisê de DEM Partî weke partiya 2’yemîn hat nîşandan.