Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xezwan Xelîl Emîn dema li ser erka xwe bû, ji ber krîza dil şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xezwan Xelîl Emîn dema li ser erka xwe bû, ji ber krîza dil şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xezwan Xelîl Emîn îro sibehê dema ku li Dibistana Şehîd Zagros a li gundê Til Mensûr erkê xwe yê pîşeyî pêk dianî, ji ber krîza dil şehîd bû.
Fermandariyê sersaxî ji malbat û xizmên şehîd Xezwan re xwest û soza berdewamkirina têkoşîna li ser rêya şehîdan da.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Xezwan Emîn
Navê bav: Xelîl
Navê dayikê: Terfa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tobo, 1978
Cih û dîroka tevlîbûnê: Hesekê, 2016
Cih û dîroka şehadetê: Til Mensûr, 17`ê Cotmehê 2025.