DAÎŞ'ê li Dêrazorê êrîş kir: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrîşa çeteyên DAîŞ'ê ya li ser noqteyên hêzên Şamê yên li bejahiya Dêrazorê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şaneyên çeteyên DAîŞ'ê li dijî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî Îranê li bejahiya Şola ya başûrê Dêrazorê êrîş pêk anî, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

SOHR'ê diyar kir ku di vê mehê de ji aliyê çeteyên DAÎŞˊê ve 59 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê hatine kuştin.