QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir: Em ê tola wan hilînin

QSD’ê ragihand ku 5 şervanên wan di berxwedana li hember êrîşên şaneyên DAÎŞ`ê de li Dêrazorê şehîd bûne. QSD’ê got ku em ê tola şehîdan hilînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li çoltera Dêrazorê li hemberî êrîşa şaneyên DAÎŞ’ê ya li ser nuqteyeke leşkerî, 5 hevalên me yên ku êrîş têk birin û heta dawiyê li ber xwe dan, şehîd bûn.

Em bi serbilindî şehadeta Hesen Hamid Ehmed (Adem), Ezedîn Seyîd El Xelîfa (Yûsiv), Emmar Mihemed El Elûş (Berî), Emmar Mihemed Xelîfe (Cûdî), Mazin Ebdullah Xelef (Qayser), radigihînin ku mînaka fedakarî, lehengiyê bûn û di hemû qadan de parastina welatê xwe kirin.

Em soz didin ku tola şehîdên xwe hilînin, parastina herêmê û gelê xwe bidomînin.

Nasnameya hevrêyên me bi vî rengî ye:

Nasnav: Adem

Nav û paşnav: Hesen Hamid Ehmed

Navê dayikê: Merwa

Navê bav: Hamid

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Hiwayîc – 31`ê Tîrmeha 2025`an

Nasnav: Yûsiv

Nav û paşnav: Ezedîn Seyîd El Xelîfa

Navê dayikê: Kamila

Navê bav: Seyîd

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Hiwayîc – 31`ê Tîrmeha 2025`an

Nasnav: Berî

Nav û paşnav: Imar Mihemed El Elûş

Navê dayikê: Wediha

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: El Erîşa

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Hiwayîc – 31`ê Tîrmeha 2025`an

Nasnav: Cûdî

Nav û paşnav: Imar Mihemed Xelîfa

Navê dayikê: Fetûmê El Ehmed

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: El Erîşa

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Hiwayîc – 31`ê Tîrmeha 2025`an

Nasnav: Qeyser

Nav û paşnav: Mazin Ebdullah Xelef

Navê dayikê: Zehira

Navê bav: Ebdullah

Cihê jidayikbûnê: El Keramê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Hiwayîc – 31`ê Tîrmeha 2025`an”