QSD'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku hefteya derbasbûyî şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku hefteya derbasbûyî şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe belav kir. Di daxuyaniyê de nasname û cih û şehadeta hersê şervanên şehîd bûne, eşkere kir.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“3 şervanên me şehîd bûn. Yek ji wan di bersivdayîna êrişa şaneya razayî ya li gundewarê Reqayê de şehîd bû. Şevanê me bi qehremanî li dijî endamên terorist li ber xwe da û gihişt asta şehadetê. Hevalê me yê 2’emîn dema erka xwe pêk tanî, di encama krîza dil de şehîd bû. Hevalê me yê 3’yemîn di encama nexweşiya giran de şehîd bû.
Her sê hevalên me li pişt xwe sicliek zindî ji tekoşîn û berxwedanê hiştine, şehîd bûn. Di operesyonên li dijî ‘Rêxistina DAIŞ’ê’ ya terorist bi fedekarî cih girtin. Ji dil û can bêyî gavan paş ve bavêjin, di qadên tekoşînê de cih girtin. Bi hemû hêza xwe beşdarî şeran bûn. Heta dawiyê bi baweriya serkeftina QSD’ê tekoşîna xwe ya li dijî teroristan dewam kirin. Di parastina aştiya civakî û aramiya herêmê de xwedî rolekî mezin bûn.
Em sersaxiyê ji malbata her 3’yê hevalên me yên şehîd û hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Her roj israra me ya mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê zêdetir dibe. Heta hêvî û daxwazên şehîdên me pêk neyên, em ê tu carî rehet nebin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Mehmûd
Navê rast û paşnav: Mehmûd El Ehmed
Navê dayîkê: Helîma
Navê Bav: Îdan
Cihê jidayîkbûnê: Kobanê- Kelmed
Cih û dîroka şehadetê: Reqa- Til El Semin- Di têkoşîna li dijî şandeya DAIŞ’ê de- 13’yê Cotmeha 2025’an
Nasnav: Farûq
Navê rast û paşnav: Îsmaîl Ebdulhemîd
Navê dayîkê: Sebha
Navê bav: Ebid
Cihê jidayîkbûnê: Dêrazor- Siwer
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- El Miwêlih- Kirîza dil- 10’ê Cotmeha 2025’an
Nasnav: Elî Reqa
Navê rast û paşnav: Hazim El Fewaz
Navê dayîkê: Wedha
Navê bav: Fewaz
Cihê jidayîkbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo-Nexweşiya giran- 15’ê Cotmeha 2025’an"