QSD’ê êrîşa çeteyan a li El-Cezratê têk bir

QSD’ê, li hemberî çeteyên ku bi botan Çemê Fıratê derbas kirin û êrîşî mewziyeke li bajaroka El-Cezratê ya girêdayî Dêrazorê kirin, di cih de bersiv da. Piştî şer, êrîşkar paşve vekişiyan û QSD’ê li herêmê operasyonek da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniykê ragihand ku li bajarokê El Cezrat çeteyan bi RPG’ê êrîşî mewziyeke wan kirin. QSD’ê diyar kir ku komeke çete piştî nîvro çemê firatê bi rêya botan derbas kir, êrîşî mewziyeke wan li bajarokê El Ceziratê kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku QSD’ê yekser bersiva êrîşê da û şer derket, paşê çete bi rêya çem reviyan.

Li gorî daxwiyaniyê QSD’ê ji bo ewlehî û aramiya herêmê dest bi operasiyonekê li deverê kir.

Di dawiya daxwiyaniyê de Hêzên Sûriya Demokratîk piştrast kir ku ew ê rê nedin ti alî ku aramiya herêmê têk bibin û bersiva hemû êrîşan bidin.