PYD: Tabelayên bi kurdî serweriya Sûriyeyê xurtir dikin

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li hemberî vê yekê ku di tabelayên Koşka Dadê de cih nedane zimanê kurdî bertek nîşan da û diyar kir ku naskirina kurdî wekî yek ji zimanên fermî, dê serweriya neteweyî ya Sûriyeyê xurtir bike

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro derbarê nenivîsandina zimanê Kurdî li ser armeyan, daxuyaniyek weşand.

Di dxuyaniyê de hat gotin "Nenivîsandina zimanê Kurdî li ser armeyên Qesra Edaletê ne gorî naveroka peymanan e, ne jî li gorî rêya entegrasyona neteweyî ye. "

Em, bi navê Meclisa Giştî ya PYD`ê, piştrast dikin ku nivîsandina armeyan bi zimanê Kurdî tê wateya xurtkirina serweriya Sûriyeyê û nikare wekî kêmkirina wê were hesibandin. Wekî din, naskirina zimanê Kurdî wekî zimanek fermî yê Sûriyeyê, ne tenê zimanek neteweyî, gavek neteweyî ye ku rasterast girêdayî xurtkirina serweriya neteweyî ya Sûriyeyê ye.

PYD`ê di daxuyaniyê de got ku divê mafên gelê Kurd li Sûriyeyê wekî pirsgirêkek neteweyî ya Sûriyeyê were naskirin,bi taybet mafên ziman û çandî,  her wiha divê ev maf bi awayekî dadperwer û zelal di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya siberojê de hebe."