Nasnameyên şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin eşkerekirin

Nasnameyên 9 endamên Asayîşê ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bûne, hate eşkerekirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyekê nasnameyên 9 şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê eşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi êş û xemgîniyeke kûr em şehadeta 9 hevrêyên xwe radigihînin ku di berxwedana lehengane ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de giyanê xwe yên pak feda kirin.

Her neh şehîdên me di rêya parastina gel û  taxên xwe de heya dilopa dawîn destanên lehengiyê raber kirin. Bi vê yekê mînakên herî xweşik ê fedakariya ji bo azadî û rûmetê pêşkêş kirin. Em saziyê ji xwe û ji malbatên şehîdên xwe yên leheng re dixwazin. Em soz didin gelê xwe yê rûmet ku em ê rêya wan a bi rûmet bidomînin ta hêviyên gelê xwe yê yên siberojeke ewle, aştiyane û azad bi cih bînin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Ebûde Efrîn
Nav û paşnav: Ebdurehman Îsa
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Nîdal
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Çile 2026

*****

Nasnav: Çiya Efrîn
Nav û paşnav: Luey Îsa
Navê dayikê: Menal
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Heleb, 11 Çile 2026

*****

Nasnav: Rohat
Nav û paşnav: Mihemed Elî Hesen
Navê dayikê: Sebîhe
Navê bav: Şerîf
Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd, 9 Çile 2026

*****

Nasnav: Bîrhat Heleb
Nav û paşnav: Mehmûd Reşîd
Navê dayikê: Mewlûde
Navê bav: Elî
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêxmeqsûd-8 Çile 2026

*****

Nasnav: Demhat Xebat
Nav û paşnav: Mehmûd Horik
Navê dayikê: Wefa
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd, 11 Çile 202

*****

Nasnav: Ferhad
Nav û paşnav: Mesûd Ebdo
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Fayîq
Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Berxwedana Şêxmeqsûd, Çile 2026

*****

Nasnav: Bakur Mîdonî
Nav û paşnav: Munzur Silêman
Navê dayikê: Binefş
Navê bav: Mistefa
Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd, Çile 2026

*****

Nasnav: Mazlûm Dogan
Nav û paşnav: Nebî Hemûş
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Mistefa
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêxmeqsûd, 8 Çile 2026

****

Nasnav: Rêdûr Eqîl
Nav û paşnav: Mistefa Eqîl
Navê dayikê: Foza
Navê bav: Elî
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Çile 2026