Nasnameya 5 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên li cih û di demên cuda de şehîd bûne, eşkere kir. QSD’ê ji malbatan û gel re sersaxî xwest.

DAXUYANIYA QSD’Ê

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî şehadeta 5 şervanan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şervanên wan dema erka xwe ya leşkerî pêk tanîn, bi qezayên leşkerî gihiştin asta şehadetê û ev tişt hate gotin: “Şervanê me  Kesra (Ibrehîm Xidir El Şiêtî) li bajaroka Siwer a rojhilatê Dêrazorê bi qazeyeke leşkerî şehîd bû.

Şervanê me Merwan (Hesen Merwan El Ukla) li bajaroka Bisêra ya Dêrazorê dema bersiva êrişa şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê da şehîd bû.

Şervanê me Qenasê Minbic (Resam Hemûd El-EHmed El Hemade) li bajarê Tebqa bi qezayekê şehîd bû.

Şervanên me Tofan Belik (Elî Behaeldîn Şahîn) û Şêx El Cebel (Mustefa Umer Erbûş) li bajaroka Çelebiyê ya rojhilatê Kobanê dema li ser karê xwe bûn, bi qezayeke trafîkê şehîd bûn.”

Navenda Ragihandina QSD’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser ked û tekoşîna her 5 şervanên xwe û rola wan di parastina gel û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Di dawiya daxuyaniyê de jî sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dubarekirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Kisra

Nav û paşnav: Îbrehîm El Şiêtî

Navê dayîkê: Kerîma El Cilêb

Navê bav: Xidir

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Bajaroka Siwer- Qezaya leşkerî di 23’yê Tîrmehê sala 2025’an

**

 Nasnav: Merwan

Nav û paşnav: Hesen El Ukla

Navê dayîkê: Şadiya

Navê bav: Merwan

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – El Bisêra- 25’ê tîrmehê dema bersiva şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê da şehîd bû.

**

Nasnav: Qenas Minbic

Navê û paşnav: Resam El Ehmed El Hemade

Navê dayîkê:Ferîda

Navê bav: Hemûd

Cihê jidayîkbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê:  25’ê Tîrmehê – Tebqa bi qezayê

**

Nasnav: Tofan Beg

Nav û paşnav: Elî Şahîn

Navê dayîkê: Zehra

Navê bav: Behaedîn

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê_Çelebiyê- Qezaya trafîkê 26’ê Tîrmeha 2025’an

**

Nasnav: Şêx El Cebel

Nav û paşnav: Mustefa Eerbûş

Navê dayîkê: Eyşê

Navê bav: Umer

Cihê jidayîkbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê_Çelebiyê- Qezaya trafîkê 26’ê Tîrmeha 2025’an.