Meşa dirêj a ji Qamişloyê dest pê kir dewam dike

Meşa dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qamişloyê dest pê kir, dewam dike.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê 300 ciwan ji bo piştgiriyê bidin pêngava 'Dema azadiyê ye' ya KCK'ê li hev kom bûn û li ber tecrîdê rabûn.

Ciwan bi vê armancê ji Qamişloyê berê xwe dan Dêrikê û dest bi meşek dirêj kirin. Meşvan îro gihîştin bajarê Girkê Legê.

Çalakgerên ku ji ciwanên Kurd, Suryan û Ereb pêk tên, wê meşa xwe wê li Dêrikê bi dawî bikin. Meşê 2'ê Cotmehê dest pê kiribû.