Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi koçberên Serêkaniyê re civiya

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şandeyek ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şandeya ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê re hevdîtin kir, pêşdeçûnên dawî yên girêdayî dosyaya koçberan û rêbazên vegerê li gorî peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kirin.

Di civînê de rewşa giştî ya bajêr û gundewarê wî, rewşa koçberan, mekanîzmeyên birêxistinkirina vegerê bi awayekî koordînakirî piştî guhdarîkirina li komîteyê û daxwazên wan hatin gotûbêjkirin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku li gorî wan dosyaya koçberên Serêkaniyê di tevahî civînên wan ên bi aliyên eleqedar re tên nîqaşkirin û bi awayekî berdewam xebat ji bo misogerkirina vegera şêniyên Serêkaniyê bo bajar û gundewarê wan bi awayekî ewle û rûmet bêyî tu xeteriyan tê kirin.

Amadebûyan got pêwîstî bi zêdekirina koordîna û xebata hevbeş ji bo lezdana gavên vegerê heye.

Di dawiyê de civîn bi başî hat wesifkirin û lihevkirin li ser şopandina xebateke hevbeş di navbera komîteya koçberên Serêkaniyê û tevahî aliyên eleqedar de di dema pêş de hat kirin.