Malbatên Qamişloyê daxwaza berdana zarokên xwe kirin
Malbatên dîlgirtiyan ên ji Qamişloyê banga berdana tavilê ya zarokên xwe yên li cem hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir.
Malbatên dîlgirtiyan ên ji Qamişloyê banga berdana tavilê ya zarokên xwe yên li cem hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir.
Malbatên dîlgirtiyan ên ji Qamişloyê li Çerxerêya Şehîd Rûbar a bajêr çalakî kir, banga aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan kir.
Malbatan wêneyên zarokên xwe û pankartên bi nivîsên "azadî ji bo dîlgirtiyan", "Em dîlgirtiyên xwe dixwazin", "Bijî berxwedana dîlgirtiyan" hildan.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD'ê de jî 491 kes hatin berdan.