Lîderên rûhanî yên Durzî ketina hêzên Şamê li nava Suwêdayê erê kirin!
Lîderên rûhanî yên Durzî belavokek belav kirin ku destûrê didin hêzên hikumeta demkî ya li Şamê derbasî nava Suwêdayê bibin û bang li komên Durzî kirin ku çekên xwe radest bikin.
Lîderên rûhanî yên Durzî belavokek belav kirin ku destûrê didin hêzên hikumeta demkî ya li Şamê derbasî nava Suwêdayê bibin û bang li komên Durzî kirin ku çekên xwe radest bikin.
Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê 15'ê Tîrmehê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê bikevin nava bajarê Durziyan Suwêdayê û qedexeya derketina derve ragihand.
Li gorî nûçeya AFP'ê lîderên rûnahî yên Durzî bi belavokekê ketina hêzên hikumetê pejirandine û bang li komên Durzî kirine ku çekên xwe teslîm bikin.
Biryara rêveberiya navendî ya demkî ji bo ketina li nava Suwêdayê piştî şerê du rojan hate wergirtin.
Şer destpêkê di navbera şervanên Durzî yên li herêmê û qebûleyên Bedewî de rû da ku Şam piştgiriya wan dike.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di şer de 99 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 60 ji wan Durzî, 18 ji wan Bedewî, 14 jê endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ya Şamê û 7 çekdar jî nasnameya wan nediyar bû.
Eyaleta Suwêdayê malovaniyê ji civata Durzî re dike. Li Sûriyeyê nêzî 700 hezar Durzî hene. Durzî her wiha li Lubnanê û Îsraîlê ne.