Li taxên Kurdan ên li Helebê ambargoya sotemeniyê

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, car din rû bi rûyê ambargoyeke giran a sotemeniyê ye.

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber kêmbûna sotemaniyê, wekî tedbîreke pêwîst, saetên xebitandina jenartoran a li gorî sîstema ampêran kêm kirine.

Li gorî bernamya nû, jenartorê dê êvarî 3 saetan tenê an ku ji 19.00’an heya 22.00’an werin xebitandin.

Çavkaniyekî Şaredariya Gel û yek ji Meclisa Giştî ya Her du taxan der barê sedemên kêmkirina saetên xebitandina jenartoran de agahî dane ajansa me. Çavkaniyan diyar kirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ev demeke nahêle sotemenî derbasî her du taxan bibin, di encamê de sotemenî hema bêje diqede, miqdara maye jî ji bo firne û  nexweşxaneya yekane ya ji bo her du taxan hatiya hiştin.

Li gorî rêxistinên hiqûqî yên xwecih, 18’ê Hezîranê îsal, hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li benda kontrolê ya hevbeş a li ser rêya di navbera bajarê Dêr Hafirê û Helebê de hejmarek ajokartên tankerên sotmeniyê û alîkarên wan revadibûn. Lewra dibe ji vê rojê ve ambargo li ser taxan hertibe destpêkirin.

Firqeya 4’an a rejîma Baasê ji 2018’an heya roja rûxandina wê ve, ambargoyeke giran li ser Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê ferz kiribû. Ji ber nebûna sotemeniyê hejmarek zarok jiyana xwe ji dest dabûn.