Li Swêdayê di şer de herî kêm 37 kes mirin
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, di şerê navbera qebîleyên Bedewî û şervanên herêmî de 37 kes mirin.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, di şerê navbera qebîleyên Bedewî û şervanên herêmî de 37 kes mirin.
Di daxuyaniya SOHR'ê de hate gotin, di şerê li Swêdayê de hejmara miriyan gihîştiye 37 kesan, ku 27 ji wan Durzî, 10 jî Bedewî ne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2 jê zarok nêzî 50 kes jî birîndar bûne.
Hikumeta demkî ya li Şamê ragihand ku ji bo çareserkirina nakokiyan, rawestandina şer, misogerkirina ewlekariyê, şopandina berpirsyarên van bûyeran û radestkirina li meqamên edaletê yên erkdar, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê bi koordîneyî yekîneyên polîsan şandine herêmê û destwerdan kriine.
Wezaretê îdîa kir ku ev şer ji ber rageşiya beriya niha rû da.