Li Sûriyeyê hejmara windayan ji sala 1970’î û vir ve dibe ku 300 hezarî derbas bike

Serokê komîsyona lêkolînkirina dosyaya windayan a li Sûriyeyê Muhammed Riza Calkhî, da xuyakirin ku hejmara kesên di dema rejîma Esad a bi dehan salan û şerê navxweyî yê li welêt winda bûne, dikare 300 hezarî derbas bike.

Serokê komîsyona ku ji hêla hikûmeta demkî ve hatiye damezrandin Calkhî ji ajansa SANA’yê re axivî û diyar kir ku hejmara kesên winda ji sala 1970’an heta niha dikare ji 120 hezarî heta 300 hezar kesî derbas bike û got ku hejmarên hîn bilindtir jî mimkun in.

Calkhî, da zanîn ku heta niha 63 gorên komî hatine dîtin û got ku xebatên ji bo belgekirina windayan berdewam dike.

Di meha Çileyê de Serokê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Mirjana Spoljaric, diyar kiribû ku çarenûsa kesên di dema şerê navxweyî de dîtin wê gelek zehmet be û gotibû ku ew dosyaya 43 hezar kesên winda dişopîne, lê tîne ziman ku hejmara rastîn ji vê zêdetir e.

SOHR’ê radigihîne ku ji ber êşkenceyan, an şert û mercên xirab zêdetirî 100 hezar kes di girtîgehan de mirine.