Li Siwêdayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 1709ˊan

Hate diyarkirin ku li bajarê Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê hejmara kesên ku di encama êrîşên hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên wê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 1709’an.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 32 kesên din, 3 jê jin, bi destê hêzên hikumeta veghêz a Sûriyeyê û çekdarên girêdayî wê li meydanên Siwêdayê hatine gulebarankirin. 

Ji 13ˊyê Tîrmehê ve bîlançoya kuştiyan derket 1709ˊan:

725 ji xelkê Siwêdayê ku piranî Durzî ne hatine qetilkirin; ji wan 167 sivîl in.

477 endamên Wezaretên Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz in, di nava de 40 ji eşîrên bedewî û çekdarên lubnanî ne.

15 ji endamên Wezaretên Parastinê û Ewlekariya Giştî di encama êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.

Jinek û 2 kesên nenas di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de hatin qetilkirin.

2 rojnamevan di pevçûnên li Siwêdayê de hatin qetilkirin.

484 kes ku piranî Durzî ne, di nav de 46 jin û 14 zarok û temenmezin li meydanan hatine gulebarankirin.

Di nava vê bîlançoyê de 20 xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Wetenî ya Siwêdayî jî hene ku bi destê endamên wezaretên parastinê û hundirîn hatine qetilkirin.

SOHRˊê diyar kir ku ji bo eşkerekirina rastiyê û piştgiriya kedên parastina şêniyan ew ê di belgekirina binpêkirinên li dijî sivîlan û cihên xizmetguzariyê de dewam bike.