Li Siwêdayê aqûbeta kesên hatine revandin, hate pirsîn
Li Siwêdayê gel ji bo pirsîna aqûbeta kesên hatine revandin, çalaki lidar xist. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê sûc kirin.
Li Siwêdayê gel ji bo pirsîna aqûbeta kesên hatine revandin, çalaki lidar xist. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê sûc kirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê îro li qada El Kerama ya bajêr xwepêşandanek lidar xist. Xwepêşandêran wêneyên kesên hatine revandin hildan û pankarên bi nivîsên daxwaza rizgarkirina kesên hatine revandin û mafên şêniyan ê diyarkirina çarenûsê vekirin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku ew bi mafê xwe yê jiyaneke ewle û bi rûmet li ser erdê xwe ve girêdayî ne. Her wiha destnîşan kirin ku daxwazên wan mafekî medenî û siyasî yên rewa ne. Xwepêşandêran bang li aliyên têkildar kirin ku daxwazên wan bi cih bînin û ji bo parastina sivîlan û mîsogerkirina mafên wan bixebitin.
Şêniyên bajar û gundewarê Siwêdayê daxwaza vekişandina hêzên hikumeta veguhêz kirin û diyar kirin ku ev hêz sûcên kuştin, koçberkirin û şewitandina milkan dikin. Xwepêşandêran dane zanîn ku armanca sûcan çewisandina nasnameya niştecihan û şikandina îradeya wan e.