Li Rojava berxwedana gel û seferberî dewam dike

Gelê Rojava li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê xwe diparêze. Berxwedana gel û seferberî dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê di 6'ê Çileyê de êrişeke berfireh li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Gelê Rojava 24 roj in li dijî êrişên leşkerî û şerê taybet ê li ser medyayê tê meşandin li ber xwe dide. Her wiha tax, gund û bajarê xwe diparêze.

Di nava vê seferberiyê de gel bi temamî, bi taybetî jî jin li her eniyê bi xurtî li ber xwe dide. Li hemberî şer, koçberiya bi zorê û şerê taybet bi berpirsyarî radibe. Li tax, gund û bajaran bendên kontrolê hatin danîn û gel xwe diparêze.

Gel xwe bi rêya komun û komîteyan bi rêxistin kiriye û ji bo mirovên ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Reqa û Tebqayê ji warê xwe bûne, pêwîstiyên wan bi cih tîne. Şêniyên gund û bajaran ên ji aliyê komîteyan ve hatine birêxistin bi şev û roj li xeta parastinê ne.

Gelê Rojava ê têkoşer her gavê destnîşan dike ku ji bo parastina destektiyên şoreşa Rojava wê berxwedana xwe dewam bike û nehêle çete bikeve herêmên wan.