BI DÎMEN

Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ragihandin ku di operasyona Kantona Reqayê hate pêşxistin de 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur-Rojhilatê Sûrîye li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek dan û ragihandin ku li Kantona Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hûndirîn dîmenên operasyona li hemberî DAÎŞ’ê pêk anîn jî parve kirin.

Her wiha Hêzên Ewlekariyê anîn ziman ku çeteyên hatine girtin di amadekariyê êrîşê de bûne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku operasyonên li hemberî hucreyên DAÎŞ’ê didome û wê hewldana herêmê ji êrîşên terorê parastinê bidomînin.