Li Minbicê dagirkeran 8 gundan topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran 8 gundên li bakurê rojavayê Minbicê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di derengiya şevê de, gundên Qirtwêran, Kawklî, Boxaz, Til Torîn, Siyade, Yanlî, Cat û Tûxar biçûk bi çekên giran topbaran kirin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, zirarên madî li gund û baxçeyên gundên navborî pêk hatin.

Heta niha, dem demê heman gund tên topbarankirin.