Li Hesekê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSDˊê ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê di operasyona serdegirtina şaneyên DAÎŞˊê de 3 çete girtin.
QSDˊê ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê di operasyona serdegirtina şaneyên DAÎŞˊê de 3 çete girtin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku "Şaneyên girêdayî rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst vê êvarê li taxên Xiwêran û Neşwa yên Hesekê bi çekên navîn û sivik êrişeke çekdarî li dijî hêzên me pêk anîn. Hêzên me li dijî wan operasyonek pêk anî, di encamê de 3 çete hatin girtin.
Em bang li gelê xwe dikin, pabendî talîmatên selametiyê bin, agahiyên der barê tu tevgerên biguman de bidin. Em hewlên xwe yên parastina ewlehî û aramiyê li herêmê dewam dikin."