Li Helebê êrîşa xwekujî

Li Helebê êrîşkarekî bombeyên li ser xe teqand, lê kes birîndar nebû.

Êrîşkarekî li bajarê Helebê yê li bakurê Sûriyeyê roja Yekşemê bombeyên li ser xw teqand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a hikumeta demkî Sanayê, êrîşkar mir, lê tiştek bi kesekî din nehat.

Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku teqîn li nêzî firineke li taxa el-Meysarê qewimî.

Dawiya hefteyê li Şamê wesayiteke bomebarkirî teqiya bû, kes birîndar nebû bû.