Li gundewarên Minbicê bi dehan çete hatin kuştin

Di pevçûnên li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin û wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî şer û berxwedana li gundewarên başûr û rojhilatê bajar daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê şerê di navbera hêzên me û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de bi dijwarî didome.

Çete nikarin bi pêş de biçin, hêzên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obîsan destekê didin wan."